Avaniya siyasî û civakî ya Îranê

Şerê DYE-Îsraîl û Îranê rewşa şênber a hesabpirsînê ye ku ji Şoreşa Îslamî ya 1979'an û vir ve dewam dike. Beşa destpêkê ya avaniya siyasî û civakî ya Îranê.

DOSYA ÎRANÊ

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku dewam dike, ji ber şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Îsraîl û Îranê bal hemû li ser Îranê ye. Ji ber vê yekê jî avaniya civakî û siyasî ya Îranê bûye cihê meraqê. Di vê çarçoveyê de em ê hewl bidin giraniyê bidin ser vê mijarê.

Rewşa jeopolîtîk a Îranê gelekî girîng e. Aliyekî xwe digihêje Asya Navîn, li aliyekî di ser Efganistan û Pakistanê re digihêje Rojhilat, li bakurê wê jî komarên Tirkî û welatên Kafkas hene. Beşek ji Derya Hazarê li peravên Îranê ye, li aliyê rojava jî di ser Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve berê xwe li Ewropayê ye. Kendava Basrayê ku beşeke wê ya girîng di bin kontrola Îranê de ye, li başûrê welêt e. Lewma li ser welatên Kendavê xwedî bandoreke cidî ye. Îran ku cîranê Iraqê ye, bi welatên Ereb re sînorên xwe di nav hev de ye. Lewma ji Asyayê ber bi Ewropayê, ji Derya Hazarê û Kendavê heta bi Okyanûsa Hîntê li cografyayeke berfireh e û yek ji wan welatên herî girîng e.

Îran duyemîn welatê OPEC'ê ye ku herî zêde petrolê hildiberîne. Ji sedî 10 ê rezervên petrola cîhanê, ji sedî 17 ê rezervên gaza xwezayî di destê wê de ye. Îran di nava welatên ku çavkaniyên petrolê yên nehatine bikaranîn ve bi 125,8 milyar warîlî di rêza duyemîn de ye. Ewqas petrola zêde -yek ji deh petrola giştî ya cîhanê- dike ku Îran di hevsengiya enerjiyê ya global de diyarker be.

Şêweyê heyî yê rêveberiya Îranê piştî Şoreşa Îslamê ya Îranê ya sala 1979'an diyar bû. Piştî şoreşê sazî hemû guherîn, bû xwedî avaniyeke cuda ji rêveberiya beriya xwe. Beriya 1979'an xwedî avaniyeke monarşîk bû, piştî şoreşê li şûna monarşiyê rêveberiyeke teokratîk ava bû.

Ji desthilatdariya Musaddik (1953) heta bi Şoreşa Îslamê, yek ji bûyerên gelekî girîng reformên bi navê "Şoreşa Spî" bû ku di sala 1962'an de ji aliyê Şah ve li rojevê hate bicihkirin. Ev paketa reformê ku di serî de reforma xakê hin rêze guhertin ferz dikir, ji dema ku kete rojevê û pê ve ji aliyê gelek derdoran ve bû sedema nerazîbûnê.

Şah Mûhammed Riza ku li welêt bû desthilatdar, bi alîkariya hatineya ji petrolê avaniya civakî û aborî ya welêt bi rengekî mezin guhert. Li aliyekî kar zêde bûn û mûçe bilind bûn, êşa derbasbûna li nava civaka pîşesaziyê xwe bi xurtî da hîskirin. Bi milyonan gundiyên bê xak ên ji gundê xwe qut bûn, li qiraxên bajaran bi cih bûn. Li aliyê din jî ji ber şêweyê nû yê hilberînê bûrjûvaziyeke pîşesaziyê dewlemend bû; bi milyonan mirovên xizan, bêkar, bêhêvî û ji aliyê siyasî û aborî ve li derve man, bû sedem ku li derveyî bajarên mezin mercên muxalefeteke bi hêrs ava bibe. Vê rewşê bandora ûlemaya olî zêde kir.

Reformên ku Şah ji bo meşa li ser rêya kapîtalîzma modern hewl da bixe meriyetê, li nava bazirganan ku dikandarên Çîna biçûk û navîn a Îranê ye û li nava ûlemayan bû sedema nerazîbûnan. 'Şoreşa Spî' ya ji reforma xakê, reforma hilbijartinê, naskirina mafê dengdanê ji bo jinan û firotina pareke girîng a kargehên dewletê aboriya we dispêre çandiniyê li derve hişt û berê xwediyên xakê da razemeniya li pîşesaziyê, bi vî rengî xwest, bingeha aboriya kapîtalîst ava bike. Şah her wiha xwest dikandarên sûkê, bazirganan tasfiye bike ku li pêşiya avakirina pêvajoya neteweyî asteng didît. Bandora vê yekê ya li siyaseta derve jî bi wî rengî bû ku Îran li herêmê vediguherî rewşeke ku ibe jendermeyê DYE'yê.

Di serî de çînên ku reform li ser wan gef bû û ûlemayên li ber mafê dengdanê yê jinan û hin nûbûnan radibûn, hêrsa girseya xizan a ne dilrehet gihand hev û zemînek girîng ber bi şoreşê ve ava kir. Di encama bûyeran de ku bi nerazîbûna ûlemayan a li reforma hilbijartinê destpê kir, gelek kes mirin. Ev bûyer di heman demê de kir ku Ayetûllah Xumeynî weke rêberekî siyasî derkeve pêş ku wê piştre bibûya lîderê manewî yê Şoreşa 1979'an. Ji ber vê jî Xumeynî ji bûyeran berpirsyar hate dîtin, hate girtin û 18 mehan girtî hate hiştin. Piştî ku sala 1964'an hate berdan, rexneyên xwe yên li hemberî hikumeta DYE'yê bi rengekî eşkere dewam kir. Şah jî Xumeynî şand sirgûnê. Xumeynî destpêkê çû Tirkiyeyê, piştre jî derbasî Iraqê bû. Dawiya dawî neçar ma ku biçe Fransayê. Dema ku li sirgûnê bû rexneyên xwe yên li hemberî Şah dewam kir; bandor li muxalefeta civakî ya ber bi Şoreşa Îranê ve kir; nerazîbûn xist ser rêyeke ji armanceke hevpar û dest bi birêxistinkirina bingeha Şoreşa Îslamê kir.

Şoreşa Îranê ku weke Şoreşa Îslamê tê naskirin, Çileya 1978'an bi xwepêşandanên gel ên mezin ên li dijî Şah destpê kir. Piştî ku grev û xwepêşandanan welat û aborî tevizand, Şah di 16'ê Çileya 1979'an de welat terikand; di 1'ê Sibata 1979'an de jî Ayetûllah Xumeynî bi pêşwazîkirineke mezin a girseya gel vegeriya Îranê. Di 1'ê Nîsana 1979'an de Îran bi rengekî fermî weke Komara Îslamî hate ragihandin û dema nû destpê kir.

Rêber Apo di nirxandina xwe ya têkildarî Şoreşa Îranê de ev rastî anî ziman: "Şoreşa Îslamê ya Îranê ya 1979'an bi qasî aliyên xwe yên siyasî, şoreşeke çandî ye. Hêza ê şoreşê ne tenê ji rêxistiniya ûlema ya Şîa hate wergirtin; berevajî vê yekê hêza xwe ya esasî ji çanda civakî wergirt ku di kûrahiya dîroka kokên gelê Îranê de heye. Şoreş destpêkê weke şoreşên Fransa, Rûs û Anatoliyê xwedî naverokeke neteweyî ya demokratîk bû. Xwe dispart tifaqeke hêzên neteweyî yên demokratîk ên berfireh. Tifaqa neteweya demokratîk a ji komunistan, ji ummetparêzên Şîa, ji Kurdan û gelên din ên Îranê, xwediyê esasî yê serketinê ye. Lê belê ûlema Şîa û bazirganên navîn di demeke kurt de hegemonya xwe ava kirin û hevalbendên xwe yên din bêrehm eciqandin."

Hem komên neteweparêz hem jî muxalîfên Marksîst li gel ku bi kevneparêzên Îslamî li dijî Şah têkoşiyan, bi deh hezaran ji wan piştî şoreşa Komara Îslamî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Beriya darvekirinan lîderê Îranê 'fermaneke neasayî û veşartî' weşand. Kurtasiya vê fermanê bi vî rengî bû: "Endamên Rêxistina Mucahîtên Gel a Îranê, li gel ku berevajî wê îdîa dikin jî baweriya xwe bi Îslamê nînin, li bakur, rojava û başûrê Îranê şerekî bi rêk û pêk dimeşînin, li dijî Îranê bi Saddam Huseyîn re hevkariyê dikin, karên sîxuriyê dikin û bi hêzên Rojavayî yên li dijî serxwebûna Îranê têkiliyê datînin. Lewma endamên rêxistinê divê weke dijmin bêne dîtin û darevkirin."

Li ser vê yekê Îranê endamên Rêxistina Mucahîtên Gel weke "muharip" yanî yên li dijî Xwedî şer dikin, komunîst jî weke "murted" yanî yên ji ol vegeriyan e darizand û komîsyonên taybet ava kirin ku cezayê darvekirinê li wan bibire. Van komîsyonan jî ev wezîfe pêk anî û muxalîf darve kir, "paqijiya navxweyî" kir.

Piştî Tîrmeha 1988'an di nava pênc mehan de bi hezaran girtiyên siyasî ji aliyê hikumeta Îranê ve hatin darvekirin. Komên muxalîf ên Îranê diyar kirin ku di vê pêvajoyê de nêzî 30 hezar mirov hatin darvekirin. Divê bê gotin, ev darvekirin hemû bi fermana Xumeynî hatin kirin.

Piştî sala 1924'an projeya netewe dewletê ya li Îranê li ser bingeha Fars di çarçoveya pênaseya Îranî de hate teorîzekirin. Lêgerîna nasnameya Îranî ya li ser esasê Fars a Xanedanya Pehlewî (1924-1979) projeyeke netewe dewletê bû ku Şîatî li derve dihişt û Îran a berê ji xwe re dikir armanc. Bi hilweşîna Pehlewî re neteweperestiya Fars a ku "Îran a berê" ji xwe re dikir armanc û Îslam li derve dihişt, îflas kir. Komara Îslmaê ya ku sala 1979'an bi şoreşê ava bû, li hemberî neteweperestiya Fars a ku Pehlewî dixwes ava bike, li qadên cuda têkoşiya. Komara Îslamê nasnameya Îranî ya bi esasê Fars red kir û nasmaeyeke Îranî ya nû ya bi navenda Fars a ku "Şîatî" ji xwe re dikir esas, li dijî cîhana rojava bû, danî holê.

Avaniya siyasî ya piştî şoreşê derket holê bi qasî nermbûna li polîtîkaya derve di polîtîkaya hundir de hişk bû. Helwesta siyasî ya hişk li nerazîbûna gel rast hat. Li hundir çalakiyên gigrseyî û berfireh ên gel ên li dijî rêveberiyê di wê astê de bû ku rejîmê bihejîne. Li gel krîza rewatiyê ya Komara Îslamê her wiha nasnameya Îranî ya bi navenda Fars a li gorî Şîatiyê jî kete krîzê û li platforma siyasî û îdeolojîk derbên giran xwar. Civaka Îranê jî para xwe ji bûyerên li cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn wergirt. Îran hem ji aliyê nasnameya Îranî hem jî nasnameya entîkî ve kete nava krîzeke piralî ya nasnameyê. Ev krîz bi lêpirsîna Îranê ya li her qadê bi encam bû.

Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên Îranê ew e ku gelek etnîsîteyan û komên baweriyan di nava xwe de vedihewîne. Li Îranê mezhebên Şîa û Sûnî yên Misilmantiyê,  Yahûdîtî, Zerdeştî û Xiristiyanî bi rengekî fermî têne qebûlkirin. Bahaîtî li gel girseya xwe ya berfireh jî ji ber ku ji Şîatiyê cihê bûye bi nêzîkatiya "Xiyanet li mezhebê kiriye" tê dîtin, lewma bi fermî nayê naskirin û hatiye qedexekirin. Her wiha ji Mahîheîzm û Bûdîzmê jî gelek bawermend hene. Lê belê hejmara wan gelekî kêm e û cihê îbadetê yê fermî yê wan nîne.

Di xala 12'emîn a Destûra Bingehîn a Îranê de tê gotin, "Olê fermî yê Komara Îslamê Îslam e û mezhebê wê yê fermî jî Şîatî ye" û bi vî rengî mezheba Sûnîtiyê li derve hate hiştin. Li aliyê din di temsîla meclîsê de ji bo hindikahiyên ne Misilman li gorî qewm û baweriya wan kontenjan hatiye veqetandin (Ermen 2, Zerdeştî 1, Yahûdîtî 1, Suryanî 1 bi giştî 5 endam hene). Lê belê ji Misilmanên Sûnî re kontenjan nehatiye veqetandin. Li Îranê her wiha Sûnî li nava civaka Şîa di asteke jê der hate dîtin.

Rêgeha esasî ya polîtîkaya derve ya Îranê "serxwebûna tam" û belavkirina Şîatiya Îranê bû. Li aliyekî Îranê xwest li dijî polîtîkayên dij bi Îranê yên DYE û Îsraîlê têbikoşe; li qada navneteweyî jî polîtîkayên herêmî tercîh kir û berê xwe da wê yekê ku bi cîhana Xumeynî, herêma Kendava Farsê, herêmên Kafkasya û Asya Navîn-Hazar, herêma Pasîfîk, Ewropa ya Yekbûyî, Asya Rojhilat û welatên li parzemîna Efrîkayê re hevkariyê ava bike.

AVANIYA SIYASÎ YA ÎRANÊ

Îran bi fermî xwedî sîstemeke serokatiyê bê dîtin jî rêveberî weke Komara Îslamê bi giranî di destê lîderê olî de ye ku otorîteya herî bilind e. Li Komara Îslamê ya Îranê Velayet-î Fakih û mollayên din xwedî wê hêzê ne ku ti hêz û kesayet xwedî wê nîne. Vê hêzê jî li gorî dilê xwe bi kar tînin. Olîgarkên rejîmê li gel vê hêza di destê xwe de, hêzên ewlekariyê yên pêwendiya xwe ya yekser bi rêveberiya welêt re nîne veguherandin hêza bingehîn û ev rêxistinî di ser hêzên rewa re ne. Rejîm dema ku zehmetiyê dikişîne van hêzan bi kar tîne û zextê li gel dike.

Avaniya xwe ya rêveberiyê ji du beşan pêk tê ku beşek jê bi dengê gel tê hilbijartin, beşa din jî tê tayînkirin: Di koma destpêkê de Serokkomar, Meclîs û Meclîsa Şêwirmendiyê heye ku bi dengê gel têne hilbijartin. Lê belê her tevgera van rayedaran di bin çavdêriya organ û saziyên tayînkiriyan de tê meşandin. Kabîne yan jî Desteya Wezîran ji aliyê Serokkomar ve tê hlibijartin û ji aliyê meclîsê ve tê erêkirin.

Di nava koma duyemîn de yên bi tayînkirinê têne diyarkirin lîderê olî, hêzên çekdar, erka dadgeriyê, Konseya Edaletê ya Bilind û ew sazî ne ku avaniya îdarî bi rê ve dibin.

Cudahiya herî girîng a di avaniya îdarî ya Îranê de taybetmendiya desthilatdariya dualî ye. Li aliyekî Wezareta Edaletê heye li aliyê din jî Dadgehên Înkilapê; li aliyekî Wezareta Karên Derve heye, li aliyê din Komîteya Teblîgatê ya Derve; li aliyekî rêxistina polîsan heye li aliyê din jî hêza milîs a mollayan Besîc hene; li aliyekî artêş heye, 
li alilyê din jî Muxafizên Şoreşê (Pasdaran) hene.

Mînak li gelek deverên cîhanê Sefaretxaneyên Bilind ên Îranê hene. Li gel vê yekê lîderê olî jî xwedî nûneran e. Nûnerên olî eger pêwîstî pê hebe rayedarên li sefaretxaneyên bilind ji lîderê olî re radigihînin û dikin ku ji wezîfeyê bêne dûrxistin. Ev kes li avahiya sefaretxaneya bilind wezîfeyê nakin; bi rengekî serbixwe xwedî ofîsan e. Lewma di ser sefaretxaneyên bilind re rola xwe heye.

Avaniya îdarî ya dewletê ji 31 eyaletan pêk tê ku weke "Ostan" tê pênasekirin û ev eyalet jî ji aliyê kesên tayînkirî ve têne birêvebirin. Li her eyaletê walî hene ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hatine tayînkirin û ji aliyê Desteya Wezîran ve hatine erêkirin.

Ev eyalet jî bi vî rengî ne:

Erdebil, Azerbaycan a Rojava, Azerbaycan a Rojhilat, Gîlan, Zencan, Kurdistan, Kirmaşan, Hemedan, Kazvin, Elburz, Mazenderan, Tahran, Kum, Merkezî, Loristan, Îlam, Huzistan, Çaharmahal, Bahtiyarî, Îsfahan, Semnan, Gulistan, Xorasan a Bakur, Xorasan a Başûr, Razavî Xorasan, Yezd, Fars, Kehgiluye, Buyer Ahmed, Buşehr, Kirman, Hurmuzgan, Sistan û Belucistan.